NY: Ji sala 2013an ve çekên kîmyawî li Sûriyê hatine jinav birin

Rapor di 29ê Kanûna borî de bo Encûmena Asayişa Navdewletî hate şandin, rewşa 11 kesan şoopandiye, lêbelê raportê cih û rewşa bikaranîan çekên kîmawî diyar nekirye.

 

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxstina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya ser bi NY ve ragehand, ku Hemû çekên Sûriyê yên kîmyawî ji sedî sed jinavbirine .

Di raporekê de Rêxstina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya  ser bi NY ve li ser malpera xwe ya fermî belav kir, têde hatibû gotin ku wan çekên kîmyawî yê Sûriyê di sala 2013an de sedî sed ji nav birine.

Pisporên çekên kîmyawî di rapora xwe de tekezî li ser wê yekê dikin ku, li Sûriyê çekên kîmawî hatine bikaranîn. Şûnemayên gaza Sarîn yan jî gazekî wek  Sarîn li ser laşê qurbaniyan tê dîtin.”

Rapor di 29ê Kanûna borî de bo Encûmena Asayişa Navdewletî hate şandin, rewşa 11 kesan şoopandiye, lêbelê raportê cih û rewşa bikaranîan çekên kîmawî diyar nekirye.

Tê zanîn ku opozîsyona Sûriyê rejîma wî welatî bikaranîna çekên kîmyawî tûhmetbar dike, herwiha Rûsyayê jî DAIŞê bi heman tiştê tûhmetabar dike.