Di teqîna Sultanahmet de 10 kes mirin û 15 birîndar bûn
K24 – Stenbol
Vê sibê li Meydana Sultanahmet a Stenbolê teqînek çêbû û di emcam de 10 kesan cane xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Îro derdora saet 10.20 deqeyan teqînek çêbû û heta niha sedema wê nehatiye zanîn. Walîtiya Stenbolê ragihand ku di teqîna Sultanahmet de 10 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.
Polîsan li derdora cihê teqînê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Walîtiya Stenbolê da zanîn ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in û heta niha nayê zanîn armanca teqînê çi bûye. Lê polîs zêdetir li ser egera kiryareke xwekujî radiwestin.