Hemecan: Danûstandin di navbera aliyên siyasî de nîşana berpirsiyatiyê ye

Endamekî Polîtbîroua Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) radigehîne, guftûgo û danûstandin di navbera aliyên siyasî de ne lawazbûnê lê belê nîşana berpirsiyatiyê ye.

K24 – Silêmanî

Endamekî Polîtbîroua Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) radigehîne, guftûgo û danûstandin di navbera aliyên siyasî de ne lawazbûnê lê belê  nîşana berpirsiyatiyê ye.

Endamê Polîtbîroya YNKê Hakim Qadir Hemecan ji K24ê re dibêje ku, guftûgo û danûstandin di navbera aliyên siyasî ne lawazbûneke, lê nîşana berpirsiyatiyê li beramberî gelê me dide, bi taybet jî di vê rewşa aborî ya ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe.

Hemecan got jî: “Pêwîst e bi cidî hewla çareserkirina pirsgirêkan bikin, bo rewş aloztir û xirabtir nebin.”

Di vê hefteyê de careke din guftûgo di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe dest pê kir, şanda Danûstandkar ya YNKê jî ragehand, ku ew bi çend pêşniyarên nû hatibûn wê civînê.

Her çend e, pêşniyarên YNKê bi fermî nehatin ragehandin, lê li gor hin çavkaniyên ne fermî yên YNKê, ku yek ji wan pêşniyaran ew e ku berî hilbijartina her sê Serokatiyên Herêma Kurdistanê di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), YNK û Tevgera Goranê de li ser dabeşkirina postan were rêkeftin.