Demirtaş: Akademisyen wijdanê vî welatî ne

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahhatin Demirtaş berî Civîna Komîteya Birêvebir ya Partiyê daxuyaniyên girîng da.

K24 – Enqere

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahhatin Demirtaş berî Civîna Komîteya Birêvebir ya Partiyê daxuyaniyên girîng da.

Selahattin Demirtaş rexneyên giran li daxuyaniyên Erdogan ên li ser daxwaza akademisyenan a bo rawestina şer girt û got li vî welatî kengî daxwaza aştiyê, daxwaza bila li vî welatî xwîn nerije, bûye cihê nerazîbûnê.

Demirtaş diyar kir, ku ew akademisyenên bi danezanekê daxwaza rawestina şer û pevçûnan kirine, wijdanê vî welatî ne.

Demirtaş derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyê bi girtina DTPê sûcdar kir jî wiha got; Ev gelekî normal e, ji ber ku girtina DTPê biryareke siyasî bû û Tirkiye her tim bi kiryarên xwe ên wiha tê zanîn.

Hevserokê HDPê derbarê îdiayên wê dewlet dest dîne ser şaredariyên DTPê wiha axivî: “Dewlet nikare şaredariyan bigire. HDPê hemû şaredariyên xwe bi hilbijartinê bidest xistine, heger bi xwe bawer bin bila werin em careke din biçin li ser sindoqan.”