Serkirdeyekî YNK: Dawiyê dê îradeya serxwebûna Kurdistanê bi ser keve
K24- Silêmanî
Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rexne li kesên ku li dijî pirsa serxwebûnê rabûne, digre û dibêje: “Dawiyê dê îradeya serxwebûna Kurdistanê bi ser keve.”
Endamê Polîtbîroya YNK, Azad Cundyanî di gotarekê de nivîsiye ku, hin kesn “bi nav” rewşenbîr, çalakvan û medyakar hene, ku bi bihaneyên cuda “xelkê ji serxwebûnê sar dikin.”
Azad Cundyanî di gotara xwe balikşandiye ser wê yekê ku “Dê xwedanên wê nêrînê bişikin û dawiyê jî dê îradeya serxwebûna Kurdistanê biser keve (…) xelkê Kurdistanê jî tê dighe ku bi kole hiştina Kurdistanê, îradeyeke betal û şikestî ye.”
Wî serkirdeyê YNKê amaje bi qonaxa niha ya ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe kiriye û wiha nivîsî ye: “Kurd li ser asta dezgehên fermî û siyasî û sivîl û civakî ve, li pêş mafekî wiha girîng û çarenivîsaz de ye û li ber deriyê derbasbûna dunyayeke nû ye. Lê hin alî û kesê û navendê siyasî û rewşenbîrî jî, mijûlin ku di bin siya berjewendî û kîna hizbayetiyê de, serxwebûn û dewletbûnê paşve bikşênin.”