Turkmenên Sûriyê ji Tirkiyê nîgeranin

Tevgera Netewî ya Turkmenan radighîne ku, Tirkiyê li ser hisabê Turkmenan dijatiya YPGê dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Tevgera Netewî ya Turkmenan a Sûriyeyê ragihand ku, ew bûn qûrbana Tirkiyeyê û di civîna Cenêv-3 de cih negirtin.

Cîgirê Serokê Tevgera Netewî ya Turkmenan a Sûriyeyê, Tariq Silo Cevizci derbarê rewşa Sûriye û civîna Cenêv-3 de axivî û got: “Civîna Cenêvê pir girîng e, lê mixabin Turkmen cih negirtin. Me li ser rêya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê pêwendî danîn lê dîsa jî Turkmen di desteyê de cih negirtin. Tirkiye li şûna ku ji bo tevlîbûna me zorê bike zêdetir zora ku YPG tevlî civînan nebe kir.”

Herwiha Cevizci nîgeraniya xwe ji Tirkiyê anî ziman û got: “Turkmen bûn qûrbana Tirkiyeyê û di civîna Cenevreyê de cih negirtin.”

Cevizcî di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku: “Piştî hevdîtinên Cenêvê, egereke mezin heye ku dê şer û pevçûn kêm bibin, wê di nava YPG, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dijberan de jî pevçûn biqedin. Lê em vê ji bo herêmên ku DAIŞ û El Nûsra têde ne nikarin bêjin. Bi piştgiriya raya giştî ya navdewletî tekoşîn li hemberî van rêxistinan were kirin dê ev jî biqedin.

 

Çavkanî: Ajansa Sputink ê