KMM: bêhtirî 17 hezar binpêkirina mafên mirovan bûye

Komeleya Mafên Mirovan KMM ya Diyarbekirê rapora binpêkirinên 6 mehên dawî ragihand. Di raporê de hat diyar kirin ku, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mafên mirovan herî zêde, bi her awayî di vê serdemê de hatine binpêkirin û bal hat kişandin ku bi ragihandina qedexeyên li tax û navçeyan, ewlehiya canê welatiyan di serî de, hemû jiyana wan ketiye bin gefan û bi pêkhateyên xeter re rûberû ma ye.

K24 – Diyarbekir

Di Sala 2015-an de, li Bakurê Kurdistanê, 17 hezar û 640 buyerên binpêkirina mafên mirovan hatine kirin. Disa li gor diyardeyên KMMê, ji 16ê Tebaxa 2015 û heta 24ê Çileya 2016-an de 214 kesên sivîl, di şer û pevçûnan de hatine kuştin, 822 kes jî birîndar bûne. 23 jin, 19 zarok û 23 peywirdarên hêzên ewlehiya Tirk jî bi xwekujî canê xwe ji dest  dane. 423 buyerên êşkence û mumameleyên xirab pêk hatine.

Serokê KMM ya Diyarbekirê Racî Bîlîcî dazanîn ku wan, ji bo asteng kirina binpê kirina mafên mirovan, wan serî li hemû saziyên mafên mirovan dane û ji rayedarên Tirkiyeyê daxwazî kirine.

Bîlîcî got jî: “Di daxuyaniyê de balhat kişandin ku, ragihandina qedexeyan derhûquqî ye û bi binpê kirina destûrên li Tirkiyeyê, hêzên ewlehiya dewletê jî li beramber welatiyan, ji destdirêjî heta bêy dadkirin înfazan pêkatînin û dikin.” 

Berpirsê Herema Bakurê Kurdistanê yê KMM, Evdilselam Înceoren jî hêjmarên diyardeyên bipêkirina mafên mirovan wiha ragiihand û diyar kir ku di şer û pevçûnên 6 mehên dawî de, 161 endamên hêzên ewlehiya dewleta Tirk, 199 çalakvanên PKKê, 124 kes kujer nediyar û 150 sivîl ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve û sivîlek jî ji aliyê çalakvanên PKKê ve hatine kuştin.

Li Bakûrê Kurdistanê, di 6 mehên dawî de, li 19 navçeyên 7 bajaran 59 car qedexeya derketina derve hat ilan kirin. Li hin ji wan navçeyan bi dehan roj ew qedexe berdewam kir û hemû mafên nişteciyên wan navçeyan hat binpê kirin.