Egera paşxistina Cenêv3 ket rojevê

Netewên Yekbûyî (NY) radigehîne ku, ew ti vexwandinan bo civîna Cinêv3 nakin, heya lihevkirinek di navbera welatên mezin ên serperiştiya proseya aştiyê li Sûriyên dikin, çê nebe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Netewên Yekbûyî (NY) radigehîne ku, ew ti vexwandinan bo civîna Cinêv3 nakin, heya lihevkirinek di navbera welatên mezin ên serperiştiya proseya aştiyê li Sûriyên dikin, çênebe.

Berdevkê NY Ferhan Heq duh got “NY dê vexwandinê ji Cenêv-3 re bike gava welatên mezin ên serperiştiya proseya aştiyê li Sûriyên dikin, derbarê nûnerên opozîsyonê de li hev bikin.”

Ferhan Heq diyar kir ku, Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon kedeke zêde ligel wan welatan dike, bo civîna Cinêv3 di 25 vê mehê de birêve biçe. Heq dûr nabîne jî ku ji ber nakokiyên di navbera welatên mezin derbarê beşdarên civîna Cinêv3, dema civînê were paşxistin.

Ji aliyekî din ve, balyozê Rûsyayê li NY Vitalî Çorkin amaje bi wê yekê kir ku, nakokiyên mezin derbarê nûnerên şanda opozîsyonê di Cenêv-3 de hene.

Rûsyayê ji aliyê ve, şandek ji 15 kesan pêşniyar kiribû bo di danûstanên Cenêv-3 de wek opozîsyon beşdar bibe, di nav wan de Hevserokê PYDê Salih Mislim û endamên Encûmena Sûriyeya Demokratîk hene.