Serokê ENKSê serdana Cenêvê dike

Serokê Encûmena Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji îşev ji Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî de, K24ê re ragehand ku, ew ber bi Cenêvê birê dikeve.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Serokê ENKSê ji Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî de ragehand ku, ew ber bi Cenêvê birê dikeve. Herwiha naveroka hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê jî eşkere kir.

Serokê Encûmena Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji îro ji K24ê re ragehand ku, ew wek piştevanî ji şanda Kurd ya di nava şanda opozêsyonê de diçe Cenêvê. Ku hin sozên bi berpirsên Amerîkî, Brîtanya û Fransî derbarê danûstandinên Cenêv3 de hene û biryar e jî ew ligel wan hevdîtinê bike.

Biro naveroka hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî eşkere kir ku, ew bi taybetî li ser rewşa Kurd li Sûriyê û astengiyên di warê siyasî, jiyanê û ewlehiyê hate gotûbêjkirin.

Biro eşkere kir jî, ku hevdîtina ligel Barzanî jî, li ser Kongreya Cenêv3 û nûnertiya Kurd di wê kongreyê de û çawa ENKSê cihê xwe di Cenêv3 de cihê xwe girtiye.

Biro diyar kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir ku, dê pêwendiyên xwe ligel welatên xwedî biryar re, têxe xizmeta Kurdistanê Sûriyê de û herwiha têxe xizmeta çareseriyeke siyasî li tevahiya Sûriyê de.