li Qamişlo 8 kes ji malbatekê di deryayê de xenqîn

Piştî xewnên van kesên ku di avê de xenqîn bi dîtina welatên Ewropayê hatin birîn, omîda malbatên wan jî ewe ku, termên wan li xaka Rojavayê Kurdistanê vegere.
kurdistan24.net

 

K24-Qamişlo

Du keçên Mihemedê Kercosî ji bajarê qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê,  li gel şeş zarokên xwe di deryaya îce de, piştî keştiya wan bi çend metreyan ji bejayê dûrket pêlekî ew bin av kirin û xiniqîn, di encamê de 30 kesan canê xwe ji dest dan.

derbarê wê bûyerê xwişka her dû dayikên ku li gel zarokên xwe xenqîn ji K24ê re wiha got:  

"Derdê xwîşka min giran bû, wê dixwest zarokên xwe ji ber mêrê xwe yê berdayî bi revîne, daku wan mere wê zarokên wê jê nestîne,  lê mirinê zarok ji xwe re  berin berî ew bighin Ewropayê, niha xwîşka min di nexweşxaneyê de ye, nizane ku zarokên wê mirine.Di 8ê vê mehê de, me 8 kes kirin qurban û di avê de şehîd bûn sipas bo xwedê."
Ehmedê tîşê yê ku ji ber leşkeriya Sûriyê û metirsiya kuştinê dixwest koçber bibe herweha hevlingê wî rêyad yê ku bi mebesta dabîn kirina paşerojeke baş ji bo xwendina zarokên xwe koçber bibû, lê deryaya îce bû asteng lipêşiya  xwenên wan.
derbarê heman bûyerê bapîrê wan zarokên xeniqî Ebasê Tîşê ji K24êre wiha axifî: "
Navê kurê min yê leşkeriya yedek hatibû, min soz û peyman ji kurê xwe wergirt ku, di rêya avê re neçe, lê piştî çend hewldanan ji çûnê dawî telefûn min kir û got ez dê di rêya avê re herim."

ji aliyeke din ve mamê çen wan zarokên xeniqîn Ebdulsetar Elî ji K24ê re wiha got:
"Birayê min Riyad li Ewropayê ye, hevjîna wî li gel keş û kurê wî yê bi tenê li virbûn, bi armanca pêşerojeke geş ji vir reviyan.Kurd hemû  malbatên mene, çi li Şingalê çanê xwe ji dest bidin yan  di deryaya îceyê de lê diyare deryaya îce bûye dijminê kurdan ê pêncan."
Piştî xewnên van kesên ku di avê de xenqîn bi dîtina welatên Ewropayê hatin birîn, omîda malbatên wan jî ewe ku, termên wan li xaka Rojavayê Kurdistanê vegere.