Hevdîtinên Barzanî ligel raydarên cîhanê

Serokê Herêma Kurdistanê bo sala duyem li ser hev beşdarî Konferansa Munchenê dibe.

K24- Munchen

Di çarçoveya 52emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî gelek hevdîtin û civîn pêkanîn.

Barzanî bo sala duyem li ser hev, bi serokatiya şandeyeke payebilind ji bo Konferansa Munchenê tê vexwendin.

Roja12ê Sibatê

Civîna ligel Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Paolo Gentiloni.

Wezîrê Derve yê Brîtanya, Philip Hammond.

Şahê Urdinê, Ebdulla Kurê Hisên.

Serokwezîrê Libnanê, Temam Selam.

Wezîrê Derve yê Amerîka. John Kerry.

Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian.

Wezîrê Derve yê Tirkiye, Mevlut Çavuşoglu.

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf.

Roja 13ê Sibatê

Parlamanterê Almanya û Berpirsê Pêwendiyên Derve di Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyan (CDU/CSU), Roderich Kiesewetter.

Serokê Macedoniyayê, Gjorge Ivanov.

Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Brett H. McGurk.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, ev hevdîtin û çalakî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatine kirin.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Ewlehiyê tê lidarxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.

Di wê kongreyê de, 23 serok û 50 wezîrên welatan beşdar dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji beşdarên wê kongreyê ye.

Pirsa rûbirûbûna DAIŞê, terorê û krîza penaberan û nakokiyên di navbera welatan ji girîngtirîn mijarên kongreya Munchenê ne.