Mesîhî dixwazin li deverên wan jî referandûm bê kirin

Parlamentera Mesîhî Wehîde Yaqû Hurmiz, tekez kir ku niha dem gelekî maqûl e da li Herêma Kurdistanê referendûm were kirin û gelê Kurd û pêkhateyên din biryara xwe bidin.

K24 – Hewlêr

Endama Parlamentoya Kurdistanê ser bi Lîsteya Kildan û Siryaniyan Wehîde Yaqû Hurmiz, tekez kir ku niha dem gelekî maqûl e daku li Herêma Kurdistanê referendûm were kirin û gelê Kurd û pêkhateyên din biryara xwe bidin.

Wehîde Hurmiz da zanîn ku wek pêkhateya Kildan, Siryan û Aşûrî baweriya wan êdî bi hikûmeta Bexdayê nemaye ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike.

Endama Parlamentoya Kurdistanê ser bi Lîsteya Bizava Gelê Kildan, Siryan û Aşûriyan Wehîde Yaqû Hurmiz, derbarê referandûmê de ji malpera fermî ya PDKê re got: "Em piştgiriya pêngav û peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ji bo encamdana referandûmê li Kurdistanê."

Li gor Wehîde Hurmiz, niha dem gelekî maqûl e daku li Herêma Kurdistanê referendum were kirin û gelê Kurd û pêkhateyên din biryara xwe bidin: "Me hemûyan dît dema şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir negehişte hîç rêkeftinekê ligel desthilatdarên Bexdayê, eşkere ye jî ku Bexda daxwazên xelkê Herêma Kurdistanê cîbicîh nake, loma ti baweriya me bi hikûmeta navendî nemaye."

Wehîde Hurmiz, ligel piştgiriya referandûmê li Herêma Kurdistanê dike, herwiha daxwaz kir ku li deşta Nînewa û wan hemû navçeyên Mesîhî lê niştecih in referendum were kirin, da ew jî biryara xwe bidin û deverên wan bikevin ser Herêma Kurdistanê.