ENKSê Topbarana Tirkiyê ji Rojava re ligel Nimsayê gotûbêj dike

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Wezareta Derve ya Nimsayê kirin. Topbarankirina Tirkiyê ji bajarê Efrînê û gundên wê û beşdarîkirina Pêşmergeyên Rojava di parastina deverên Kurdî li Sûriyê mijarên hevdîtinê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endametiya Kamîran Hac Ebdo û Siyamend Haco, bi armanca gotûbêjkirina rewşa Sûriyê bi berpirsên dosyan Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Nimsayê civiyan.

Topbarankirina Tirkiyê ji bajarê Efrînê û gundên wê û beşdarîkirina Pêşmergeyên Rojava di parastina deverên Kurdî li Sûriyê, mijarên hevdîtinê yên sereke bûn.

Artêşa Tirkiyê roja 18 vê mehê, bi topên giran û mûşekan, êrîşî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Cindirês, Şiyê, Şêrewa û Raco kir, di encamê de 2 sivîl û gelek birînda bûn qurbanî.

Herwiha di hevdîtina ENKSê ligel Wezarta Derva ya Nimsayê de, mijarên doza Kurdî û mafên Kurd li Sûriyê di kongreyên navdewletî yên taybet bi Sûriyê jî hate gotûbêjkirin.