Barzanî rûbirû bi wan re ragehand ku rifrandom di dema xwe de dê bihê encamdan.

Berpirsê Fermengeha Peywendîyên Derveya Hikumeta Herêma Kurdistanê Ku yawerê serokê Herêma Kurdistanê bû di geşta wî de bo Elmanîya û pişikdarîkirinê di konfransa Miyûşinê li ser asyîşa neteweyî,ragehad: Barzanî bi xuyayî bi wan re ragehand ku di dema xwe de rifrandomê dê encam bidin.

K24- Hewlêr:

Berpirsê Fermengeha Peywendîyên Derveya Hikumeta Herêma Kurdistanê Ku yawerê serokê Herêma Kurdistanê bû di geşta wî de bo Elmanîya û pişikdarîkirinê di konfransa Miyûşinê li ser asyîşa neteweyî,ragehad: Barzanî bi xuyayî bi wan re ragehand ku di dema xwe de rifrandomê dê encam bidin.

Di hepeyvîneka taybet bi Kurdistan24, berpirsê Fermengeha Peywendîyên Derveya Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand: Serdana serokê Herêma Kurdistanê bo welatê Elmanîyayê, serdaneka serkevtî bû. Hemû serkirde û nwênerên wan welatên ku serokê Herêma Kurdistanê li gel kombûy,sozdan harîkarîya Herêma Kurdistanê bikin. Barzanî rûbirû bi wan re ragehand ku rifrandom li Herêma kurdistanê  di dema xwe de dê bihê encamdan.

Felah Mistefa got jî: Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo pişikdarîyê li Konfirasa Sîyaseta Asayîşa Nêvdewletî li Miyûnşinê û ew kombûnên dû alî ku di konfiransê de hatin encamdan li gel hijmareka berpirsên cîhanê û welatên cîhanê, delîveyek bû ku ew rewşa li Herêma Kurdistanê heye bixe berçavan û hevdem daxwaza harîkarîyê û piştîvanîyê bike bo bûrandina wan tengijeyên ku hevrûşî Herêma Kurdistanê bûne.

Got jî: hemû ew alîyên ku rasterast behsa rewşê ji serok Barzanî bihîstin û pêdivîyên Herêma Kurdistanê zanîn, sozdan ku harîkarê me bikin, daku bi ser evan tengijeyan serkevin û Herêma kurdistanê serkevtî be li ser evê rewşê.

Felah Mistefa amaje bi wê yekê jî kir: Qurbanî û xweragirîya Pêşmergey cihê stayîşa civaka nêvdewletîye. Lê me zêdetir divê, wek alîkarîya serbazî û xercîyên Pêşmergey pêdivîyeka nihayîye, ev hijmara mezina koçberan ku li Herêma Kurdistanê heye, cihê wê yekêye nekû stayîş bihê kirin belkû bihên pêş û ev bargiranîya kevtîye ser Hikumeta Herêmê Kêm bikin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/58c4db63-99c8-4a0c-ae37-289971ed4e17/FALAH%20MSTAFA.ism/manifest