Gelo çi encam dê ji agirbesta Sûriyê derkeve?

Bi hewldana Emerîka û Rûsyayê li Sûriyê agirbest dest pê dike. Gelo bi agirbestê aloziya li Sûriyê dê çareser bibe? Eger agirbest bê encam bimîne dê çi bibe? Pispor vê mijarê ji K24ê re dinirxînin.

K24 - Enqere

Bi hewldana Emerîka û Rûsyayê li Sûriyê agirbest dest pê dike. Gelo bi agirbestê aloziya li Sûriyê dê çareser bibe? Eger agirbest bê encam bimîne dê çi bibe? Pispor vê mijarê ji K24ê re dinirxînin.

Ev demeke dirêj e Rûsya û Emerîka bo bidawîkirina qeyrana Sûriyê dixebitin. Di dawiya hewldanan de, her du dewletan li ser agirbestê lihev kir. Piştî biryara agirbestê Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry ragihand ku ew ji agirbestê hêvî dikin ku di çarçoveya yekîtiya axa Sûriyê de kêşe çareser bibe, lê eger tu encam ji agirbestê dernekeve, ew dê li ser planeke din rawestin ku di encam de Sûriye dê parçe bibe.

Lêkolînerê Rojhilata Navîn Oytun Orhan diyar kir ku agirbest naçe serî û niha tiştê ku li pêşiya Sûriyê ye, parçebûne ku ji xwe niha ev yek li holê ye: “Ji xwe niha herêmên dabeşkirî hene. Aliyê rojava di kontrola rejîmê de ye, milê rojhilat di kontrola DAIŞê de ye û li milê bakur jî herêmek di bin kontrola YPGê de heye. Ev yek welêt hêdî hêdi ber bi reveberiyeke federal ve dibe.”

Di çarçoveya plana Emerîka û Rûsyayê de, agirbest di navbera YPG, hêzên rejîmê û opozisyonê de ye lê belê El-Nûsra û DAIŞ di vê çarçoveyê de cih nagirin. Ji ber YPG aliyê vê agirbestê ye Tirkiye dilteng e û Serokwezîrê wê Davutoglu destnîşan kir ku agirbest bi tenê bo Sûriyê derbas dibe û eger gefek li hemberî wan derkeve holê çi pêwîst be ew dê wê bikin.”

Rojnameger Nurcan Gokdemir li ser vê helwesta Tirkiyê got ku eger agirbest bi midaxaleya Tirkiye bidawî bibe dê encamên gelekî nebaş derkevin holê û wiha axifî: “Di navbera her du hêzên xurt de lihevkirinek heye. Her çiqas Erebîstana Siûdiyê hêzên xwe li Încîrlîkê bicih bike jî deng ji wê dernakeve. Ez bawer nakim ku Tirkiye bikaribe li hemberî vê agirbestê tevbiger e. Ji ber ku Tirkiye di rola xwe ya li herêmê de têk çûye.”

Agirbest bo 2 hefteyan hat ragihandin. Komiteya Bilind a Gotûbêjkirinê ku nûneriya piraniya komên muxalîf dike û Erebîstana Siûdî, Qeter û Tirkiye jî piştevaniya wê dike ragihand ku ew dênli gorî agirbestê tevbiger in.  Li aliyê din, YPGê jî ragihand ku ewê, di pozisyona xweparastina rewa de û li gorî agirbestê tevbiger in lê bele ew dê di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ, El Nusra û komên din ên Selefî de berdewam bin.