DAIŞ çawa derbasî Girê Spî bû?

Girê Spî ji çekdarên radîkal hatiye paqijkirin, şer û pevçûn jî li gund û waran berdewam e.

K24- Kobanê

Çîrokên çawaniya derbasbûna DAIŞê bo bajarokê Girê Spî tevlihev in, şer û pevçûn jî li gund û warên navçeyê berdewam in.

Şeva 26-27ê Sibatê, çekdarên DAIŞê karîn derbasî çend taxên bajarokê Girê Spî bibin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi alîkariya firokeyên hevpeymanan karî carek din Girê Spî ji çekdarên radîkal paqij bike.

Şervanên YPGê tekez dikin ku, artêşa Tirkiyê sînorê xwe li pêş çekdarên DAIŞê vekir ji bo ku êrîşa li ser Girê Spî bike.

Lê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan îro belav kir ku, DAIŞê ji beriya mehekê ve amadekarî bo wê êrîşê dikir û çekdarên xwe yên biniya 18 salî re li hin tax û gund û warên Girê Spî bicih kiribûn.

Li got çîroka Rewangeha Sûrî, ku navenda wê li Londonê ye, çekdarên DAIŞê dema êrîşê cil û bergên Hêzên Xweparastinê li xwe kiribûn, ji bo ku YPGê wan nas neke.

Piştî şer û pevçûnên giran jî, YPGê bi hevkariya firokeyên hevpeymaniya navdewletî, karî DAIŞê ji girê Spî derxîne, herî kêm jî 70 çekdaran bikuje.

Herwiha li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, YPGê kariye gundên: Eyn el-Erûs, Hemam el-Turkman, Silûk û gundê Nis Tel ê hevsînor ligel Tirkiyê kontrol bike. Êrîşê DAIŞê jî li ser çeper û pêgehên YPGê berdewam in.

Di wê êrîşa DAIŞê de jî, 20 şervanên YPGê û 10 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Di 16ê, Hezîrana sala 2015an de bajarokê Girê Spî ji aliyê YPG û Burkana Firatê ve ji DAIŞê hatibû rizgarkirin.