Li Sûrê pevçûn berdewam in û li Dêrikê bidawî bûn

Ji encama topbaranê avahiyek hilweşiya û xelik di bin xopanê de mane.

K24- Diyarbekir

Aloziyên li Bakurê Kurdistanê didomin. Îro jî li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê leşkerekî canê xwe ji dest da. 

Hat ragihandin ku ji ber topbaranê avahiyek hilweşiyaye û hin sivîl di bin xopanê de mane. Ji hêla din ve operasyonên li navçeya Dêrik ya Mêrdînê jî bidawî bûn.

Li Sûrê jî pevçûnên di navbera şervanên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS)ê û Hêzên Ewlekariya Tirkiyê (TSK)ê de didomin. Li gorî daxuyaniyên resmî, heta îro li navçeya Sûrê 72 serbazan û 240 jî şervanên YPSê canê xwe ji dest dane. Lê belê YPS vê hejmarê red dike. 

Ji hêla din ve operasyonên li Dêrikê îro bi dawî bûn. Hat ragihandin ku di operasyonên 8 rojan de 7 şervanên YPSê canê xwe ji dest dane. Hejmarek berbest û xendekên ku teqemenî lê hatibûn danîn ji aliyê hêzên ewlehiya dewletê ve hatin teqandin. Ji ber metirsiya pevçûnan piraniya xelkê malên xwe bicîhiştibûn. Her wiha hejmareke kargeh û xanî li Dêrikê jî kavil bûn.