Daxuyaniyên Erdogan bûn cihê nerazîbûnê

Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Dadgeha Destûra Bingehîn de bûn cihê niqaşên tund.

K24 - Enqere

Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Dadgeha Destûra Bingehîn de bûn cihê niqaşên tund. Parlamenterên AKPê Erdogan parastin û diyar kirin ku parlamenterên opozisyonê di rexneyên xwe de sînorên terbiyê derbas kirine.

Rojava parlamentoya Tirkiyê daxuyaniyên Erdogan bû. Serokkomar Erdogan Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber biryara wê ya berdana rojnameger Can Dûndar û Erdem Gûl rexnekir û diyar kir ku ew rêzê li biryara dadgehê nagire û herwiha ew ê li gorî biryarê jî tevneger e.

Partiyên opozîsyonê Serokkomar Erdogan ji ber van gotinên wî, bi binpêkirina destûrê tawambar kirin. Parlamentera CHPê ya Enqerê Şenal Sarihan, div ê derbarê de got: “Serokkomar bi van gotinên xwe, hebûna xwe ya yaseyî jî tune dike. Her wiha ji nasnameya xwe ya Serokkomariyê jî dûr dikeve."

Parlamenterên AKPê bersiv dan rexneyên li hemberî Serokkomar û îdia kirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi vê biryara xwe, wekî dadgeha peywirdar tevgeriya ye û li gorî rayeya xwe tevnegeriya ye.

Her wiha parlamenterên AKPê diyar kirin ku ew jî rêzê ji biryara dadgehê nagirin. Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Markar Esayan wiha axifî: “Êdî dijminahiya li hemberî Erdogan gihiştiya asta nexweşiyê. Rexnekirin ji sînorê terbiye derbas bûne. Tu sazî ne pîroz e.”

Li aliyê din, partiyên opozisyonê diyar kirin ku serokkomarekî ku destûrê nasneke û rêzê lê negire ne mimkûne ku ji aliyê wan ve were naskirin û dê ew jî rêzê li wî negirin.