Demirtaş: Divê partiyên Rojavayê Kurdistanê yekîtiyê çê bikin

Hevserokê HDPê radigihîne, biryara her perçeyeke Kurdistanê çi be, ewê rêzê li wê biryarê bigirin, heger çi be. Roj roja yekîtiya Kurdan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê radigihîne, biryara her perçeyeke Kurdistanê çi be, ewê rêzê li wê biryarê bigirin, heger çi be. Roj roja yekîtiya Kurdan e.

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş, derbarê Rojavayê Kurdistanê û nakokiyên di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ji K24ê re got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê ne pêşbaziyeke hilbijartina demokratîk e. Îro têkoşîna azadiyê ye, divê hemû partiyê Kurdan bi biratî bêne cem hev û yekîtiyê çê bikin. Roj roja yekîtiya Kurdan e”

Derbarê bijardeya federaliyê li Rojavayê Kurdistanê de, Demîrtaş got: “Kurd li her perçeyê ku li dijîn, dê çaresnivîsa xwe, bi xwe birêve bibe û biryara wan de destê wan de ye, emê jî rêz ji biryara wan re bigirin, lê em nikarin ji ber wan ve, biryarekê bidin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê Sûriyê de bi eşkere gotibû, dibe ku ti bijarde li pêş Sûriyê nemaye ji billî perçebûnê û plana “B” amade ye. Rûsyayê amaje kir, federalîzm bijardeyeke baş e bo Sûriyê.