Kendava Erebî Hizbulah bi rêxistineke terorî binav dike

Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Hizbulaha Libnanî bi hemû serkirde rêxistinên bi ser wê ve, bi rêxistineke terorî binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Hizbulaha Libnanî bi hemû serkirde rêxistinên bi ser wê ve, bi rêxistineke terorî binav dike.  

Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendava Erebî Dr. Ebduletîf Bin Raşid el-Ziyanîn, îro ragihand ku, welatên wê encûmenê biryara binavkirina Hizbulaha Libnanî bi rêxistineke terorî stand.

El-Ziyanî got jî, Hizbulaha Libnanî karên tundrew û hevotina xortan li ser terorê re li Sûriye, Iraq û Yemenê dike ev yek jî dijî perensîpên rawişt û mirovahiyê ne, herwiha metirsiyê li ser ewlehiya netewa Erebî ye.

Herwiha welatên Kendavê daxwaz ji Libnanê kir, li siyaset û helwestên xwe vegere, mixabîna xwe jî derbarê ketina biryara Libnanê di destê berjewendiyên welatên herêmî.

Libnanê di du civînên Komkara Erebî û Rêxistania Kongreya Îslamî de, red kir denge xwe bide Siûdiyê. Erebistana Siûdiyê jî bernameya pirçekirina artêş û desgehên ewlehiyê yên Libnanê bi 3 milyar dolar rawestand û daxwaz ji welatiyên xwe yên li Libnanê dimînin kir ku, Libnanê bicih bihêlin.