Pirsa penaberan bûye cihê nakokiyên YE

Di dema dawî yê de pirsa penaberan ên bi rêya Tirkiyê ber bi welatên Ewropayê ve diçin bûye cihê nakokiyên YE de, heta niha jî ew pirs nehatiye çareserkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/af5424ab-01ae-4788-b930-6ce793a3e440/penabaran.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Şirovekar Ebdulah Kiran derbarê pirsa penaberan ragehand ku, ew pirs bûye sedema nakokiyên di navbera Serkirdeyên welatên Ewropayê de.

Derbarê vê mijarê de, Şirovekar Ebdulah Kiran ji K24ê re wiha got: "Berî niha Tirkiyê rêkeftinek  ligel Yekîtiya Ewropayê imzekir, tê de YE daxwaz ji Tirkiyê kir ku, rê li pêşiya çûna penaberan bo Ewropayê were girtin, lê Tirkiyê pêbenî bi wê rêkeftinê nekir."

Kiran da zanîn ku mebesta Tirkiyê ji bikaranîna kerta penaberan ne tevlîbûna wê di Yekîtiya Ewropayê de ye, Tirkiyê ew mijar sistkirye,  lê mebesta wê ewe ku, Yekîtiya Ewropayê ji aliyê aborî ve piştgiriya wî welatî bike.

Di dema dawî yê de pirsa penaberan ên bi rêya Tirkiyê ber bi welatên Ewropayê ve diçin bûye cihê nakokiyên YE de, heta niha jî ew pirs nehatiye çareserkirin.