Emerîka avakirina firokexaneyan li “Rojava” red dike

Gote gota avakirina firokexaneyên leşkeri yên Emerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hat redkirin.

K24 – Hewlêr

Gote gota avakirina firokexaneyên leşkeri yên Emerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hat redkirin.

Berdevkê Operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Kolonel Christopher Garver, ragihan ku ew nûçeyên behsa avakirina du firokexaneyên leşkeri li Sûriyê dikin, dûrî rastiyê ne û ti rastiyek di wan de nîne.

Çend şahidan ji navxwe belav kiribûn ku qaşo Emerîka li Rojavayê Kurdistanê bi avakirina du firokexaneyên leşkeri ve mijûl e, lê ev gote gota han ji aliye Emerîkayê ve hat redkirin.

Derbarê mijarê de Christopher Garver ji Radyoya Sewa re axifî û got: “Bi hiç awayekî li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistan) me ji bo avakirina firokexaneyan kar nekiriye.”

Garver wiha axifî: “Li navçeyên di bin kontrola hêzên Kurdî de tenê çend rahênerên me hene û erke me tenê şêwir û pêşkêkirina hevkariyê ye bo neyarên DAIŞê daku bikaribin rûbirûyê wê rêxistina terorîst bibin.”