Di êrîşa Tirkiyê de hejmarek şervan birîndar bûn

Berdevkê YPGê ragihand ku dewleta Tirkiyê dîsan bi topan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye û di encam de gelek şervanên wan birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê YPGê ragihand ku dewleta Tirkiyê dîsan bi topan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye û di encam de gelek şervanên wan birîndar bûne.

Berdevkê Yekineyên Parastina Gel (YPG) Redûr Xelîl bo Ajansa Reutersê ragihand ku artêşa Tirkiyê dîsan bi topan êrişî bajarokê Til Rifatê kiriye. Li gorî Rêdûr Xelîl, di encama topbarana Tirkiyê de gelek şervanên YPGê birîndar bûne.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl herwiha da zanîn ku êrişên artêşa Tirk ji 27ê Sibatê ve ku agirbest hatiye ragihandin û şun de zêdetir bûne.

Li gor daxuyaniya Navenda Çavdêriya Ygirbestê ya Rûsyayê li Sûriyê, çekdarên DAIŞê li 1.5 kîlometre durî navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê kom bûne û ji bo êrişî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin amadekariyan dikin.