ji ber gûmana bombeyê lîstika derbî hat betalkirin

Lîstika derbî ya navbera Fenerbahçe û Galatasarayê ji ber gûmana bombeyê hat betalkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstika derbî ya navbera Fenerbahçe û Galatasarayê ji ber gûmana bombeyê hat betalkirin.

Diviyabû îro du tîmên sereke yên Tirkiyê, Fenerbahçe û Galatasaray li Stada Arenayê hatibana hemberî hev.

Lê ji ber saloxên êrişên bombe û teqînan biryar hat dayîn ku yarî bê temaşevanan bê lîstin. Piştî vê biryarê temaşevan ji stadê hatin derxistin.

Lê di nava demke kurt de Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê tevî parêzgarê Stenbol û rêveberiyên kuluban biryara paşdexistina yariyê girtin.

Duh li Stenbolê di encamê teqînek xwekujî de tevahiya wan geştiyarên biyanî 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bûbûn.

Duh, Teqînekî xwekujî li Kolana Istiqlal ya bajarê Stanbolê rû dali gor Parêzgarê Stanbolê, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 20ê din jî birînarbûnê.