De Mistura: 9ê Nîsanê gera siyemîn a Cenêv3 destpê dike

Berî niha Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El- Caferî daxwaz ji De Mistura kirbû ku, gera sêyem a danûstndina were paşxistin ku biryare di 13ê meha Nîsana bê de, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin encamdan.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura piştî bidawîbûna civînên gera duyem, a danûstandinê Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê ragehand ku, gera siyem jî dê 9ê meha Nîsanê destpê bike.

Derbarê destnîşankirina dema gera siyem a danûstandinên Cenêv3 Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura piştî bidawîbûna civînên gera duyem di kongryekî rojnamevanî de wiha got: "Emê dest bi civînên gera siyem bikim, dema wê jî ji aliyê me ve hatiye destnîşankirin, ew dem jî berî hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi çar rojane, wate gera siyam wê 9ê meha bê destpê bike."

Berî niha Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El- Caferî daxwaz ji De Mistura kirbû ku, gera sêyem a danûstndina were paşxistin ku biryare di 13ê meha Nîsana bê de, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin encamdan.

Di 14ê vê mehê de civînên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê destpê kirin.,

Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El- Caferî daxwaz ji De Mistura kir ku, gera sêyem a danûstndina were paşxistin ku biryare di 13ê meha Nîsana bê de, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin encamdan.