Li Dêrsimê bikaranîna Droneyê hate qedexekirin

Piştî operasyonên li Dêrsimê ku li baregehên gerîlayên PKKê firokeya Droneyê hate dîtin, li tevahiya bajêr bi hinceta ku dê PKK wan ji bo keşfkirin û çalakiyan bi kar bîne hate qedexekirin.

K24 – Dêrsim

Piştî operasyonên li Dêrsimê ku li baregehên gerîlayên PKKê firokeya Droneyê hate dîtin, li tevahiya bajêr bi hinceta ku dê PKK wan ji bo keşfkirin û çalakiyan bi kar bîne hate qedexekirin.

Walitiya Dêrsimê di vî warî de daxuyaniyeke nivîskî ragihand. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li hemberî PKKê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama van operasyonan de gelek amûrên leşkerî û çend firokeyên bi navê Dronê hatine desteserkirin.

Li aliyên li gorî daxuyaniyê heta fermaneke din ji bilî parêzgarî, qeymeqamî, dezgeha îstixbaratê (MİT), hêzên asayîş û leşkeriyê tu dam û dezgeh û kesayetî nabe Droneyan bi kar bîne.

Biryara derbarê qedexekirina Droneyan de 25ê Adarê ji bo parastina mal û canê welatiyan û saziyên dewletê ji aliyê Parêzgariya Dêrsimê ve hatibû ragihandin. Ew kesên ku li gorî vê biryarê tevnegerin dê ji 3 mehan heta salekê werin cezakirin.