Rûsya Mûşekên S300 radestî Îranê kir

Di çarçoveya rêkevtina leşkerî di navbera Îran û Rusyayê de.

K24-Navenda Nûçeyan

yekem karwanê sîstema mûşekî ya S300 ên Rusî radestî Îranê hate kirin.

Di çarçoveya rêkevtina leşkerî di navbera Îran û Rusyayê de, bo firotina mûşekên S300 ji Îranê re, ji aliyê Rusyayê ve,îro, karwana yekem ê wan mûşekan radestî Îranê hate kirin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê  fermî yê Îranê Hisên Cabrî Ensarî ew nûçeya geheştina wan  mûşekên S300 piştrast kir.Ew sîstem bihêztirîn sîstema bergiriyê ye.