NY navendên xwe li Bexdayê girtin

Nivîsgeh û navendên Netewên Yekbûyî û welatên din li Bexdayê, ji ber xwepêşandana Tevgera Sedirê hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeh û navendên Netewên Yekbûyî û welatên din li Bexdayê, ji ber xwepêşandana Tevgera Sedirê hatin girtin.

Nûnerê taybet ya Netewên Yekbûyî bo karûbarên Iraqê biryar da, ku nivîsgeh û navendên wê li Bexdayê bêne girtin. Ev yek tê, ku hejmarek ji balyozxane û navendên nûnertiya li Bexdayê xwe amade kirin ku Bexdayê bicih bihêlin.

Xwepêşanda Tevgera Sedir li navçeya Kesk ya Bexdayê belav bû derbasî avahiya Parlementoya Iraqê bûn. metirsî heye jî ku dest dannên ser avahî û navendên hukûmî yên li navçeya Kesk ya Bexdayê.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku, ewên yan hikûmetê birûvin yan jî wê referandûmê encam bidin. Alîgirên Tevgera Sedir derketin xwepêşandanan û derbasî Parlementoya Iraqê bûn û bi keviran êrîşî otombêlên berpisan kirin.