Îran roketên S-300 ji Rûsyayê werdigre

Li gor wezareta Bergiriya Îranê, piştî imzekirina rêkeftina Îranê li gel welatên Ewropa û Amerîkayê derbarê çekên wê yên otomî,careke din rêkeftina wê ligel Rûsyayê de kete warê cîbecîkirinê.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Îranê Hisên Dehqan ragehan ku, Hêza Berevaniya Asamanî ya welatê wî rokêtên ji coreya S-300 ji Rûsyayê wergirtine.

Derbarê wan roketan Wezîrê Berevaniya Îranê Hisên Dehqan di kongireyekî rojnamevanî de tekez kir ku, Îranê li gor rêkeftin ku berî niha, di navbera wan û Rûsyayê de sala 2017 hatî imzekirin, roketên S-300 ji Rûsyayê wergirtin.

Dehqan da zanîn ku, buhayê wan roketan 900 milyon dolar bûn, aşkere kir ku, ew rêkeftinê ji ber cezayên Amerîkayê li ser Îranê hatibû rawestandin.

Li gor wezareta Bergiriya Îranê, piştî imzekirina rêkeftina Îranê li gel welatên Ewropa û Amerîkayê derbarê çekên wê yên otomî,careke din rêkeftina wê ligel Rûsyayê de kete warê cîbecîkirinê.