Li Silêmanîyê Konfiransek bo serxwebûn a Kurdistanê bi rêve diçe

Li jêr dûrşm a (Ber bi Nasname û Serxwebûn a Kurdistanê di Serdem a Cîhangerê de) konfiransek a nêvdewletî li zano ya Silêmanîyê bi rêve çû.
kurdistan24.net

K24- Silêmanî

Li jêr dûrşm a (Ber bi Nasname û Serxwebûn a Kurdistanê di Serdem a Cîhangerê de) konfiransek  a nêvdewletî li zano ya Silêmanîyê bi rêve çû.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Silêmanîyê ragehand: Evro zanko ya Silêmanîyê bi harîkarî ya navend  a Çavdêr bo çapemnî û weşandinê, li jêr dûrişm a (Ber bi Nasname û Serxwebûn a Kurdistanê di Serdem a Cîhangerê de) , konfiransek a nêvdesletî rêkxist. Têde nwêner ên rêkxistî yên civak sivîl û nwêner ên partî yên sêyasê li ser ast bala ji her çar parçe yên Kurdistanê pişkdarî di konfiransê de kirin.

Dr. Ebas Mistefa, endam ê komîte ya bala ya konfiransê bi Kurdistan24 ragehand: Piştî sed salan ji derdeserî û malwêranî ya Kurdistanê, subehî sed sal diburin bi ser rêkkevtinname ya Saykis-Pîko re, hevdeme li gel wê yekê ku pirs a serxwebûn a Kurdistanê di navend ên hindûr û derekî de xûrte li ser zar û hevpeyvînan û mijar civak û alî yên sîyasî yên Kurde jî.

Got jî: Armanc a evê konfiransê, pêşkeşkirin a vekolîn û nerînane li ser serxwebûn a netewe ya Kurde, zêdetir ji 12 vekoler û dîrokvan û şareza ji welatan vekolîn li ser evê pirsê kirine û bo konfiransê hatine gazîkirin.

E3v di demekê de heye, niha encamdan a rifarndomê bûye behs a rojê yên alî yên sîyasî yên Herêm a  Kurdistanê û berê jî, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê ragehandibû ku berî hilbijartin ên serokatî ya Emerîkayê rifrandom li Herêm a Kurdistanê dê bihê encamdan.