Cemîl Bayik:Em çekan ji Rûsyayê nastînin

Erdogan di vegera xwe ya ji serdana Diyarbekirê pirsa rojnamevanan bersivandibû û ragihandibû ku, Rûsya çekên dijbalafir dide PKKyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Cemîl Bayik dibêje ku, ew ji Rûsyayê çekan nastînin.

Bayik ji Ajansa Nûçeyan a RIA Novostî re axifî û diyar kir ku, ti kes alîkariya wan nake. Ew çekan bi derfetên xwe dikirin. Beşek ji wan jî di encama şer û pevçûnên de wekî ganîmet dikevin destê wan.

Bayik herwiha da zanîn ku, ew li hemberî bombeyên fosforê, tank û balafiran bi çekên sivik ber xwe didin. Ger welatekî din alîkariya çekan bikira dê encama şerî jî cûda bûbûya.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di vegera xwe ya ji serdana Diyarbekirê pirsa rojnamevanan bersivandibû û ragihandibû ku, Rûsya çekên dijbalafir û fûzeyan dide PKKyê.