Li Koban rewşa nûavakirina mizgeftan
K24-Kobanê
Mizgefta Hecî Reşad a grêday taxa Pîşesaziyê li bajarê Kobanê, piştî derbasbûne sal û nîvekê biser rizgarkirina bajêr heta niha nikare pêşwaziya xelkê xwe bike.
Di şerê bajarê Kobanê de ji hejmara 10 mizgeftan 9 bi temamî wêranbûn.
Nebûna alafên kar yên taybet bi avakirina mizgeftan û kêmbûna kiresteyên pêwîst bo nûjinkirina navendên olî dibin astang li pîşiya proseyên avakirina mizgeftan, lê hin komîteyên milî û bi hevahingy di gel saziyên Kantona Kobanê karîn careke din piraniya mizgeftan bikine xizmeta welatiyên bajarê Kobanê.