Li Dirbêsiyê artêşa Tikiyê sînorê Rojava derbas dike

Li gundê Çetelê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 4 k.m û kûrahiya 10 m, ji zeviyên cotkaran dibire. Selah yek ji gundiyan e, dibêje ku malbata wî li ser van zeviyan dijîn, û ti çare li pêşiya wan nemaye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5040c7ca-48a8-4db8-8859-04a86632de00/Sinor.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li gundê Çetelê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 4 k.m û kûrahiya 10 m, ji zeviyên cotkaran dibire.
Selah yek ji gundiyan e, dibêje ku malbata wî li ser van zeviyan dijîn, û ti çare li pêşiya wan nemaye.

Selah, Mûsima zeviyên xwe diçinî dema alavên kolan û pêşxistina sînor ji aliyê hikûmeta Tirkiyêve di nav zeviyên xwede dît, rojane li gundê Çetelê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve êşa xwe bi bapîrên xwe re parve dike.

Mîna sedên hêktar zevî ku ji xaka Rojavayê Kurdistanê bûne qurbaniya destwerdana hikûmeta TIrkiyê, di sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi behaneya sererastkirina sînor.

Zeviyên Selah û gundiyên wî bi dirêjahiya 4 k.m û kûrehiya 10 m jê hatiye birîn, kul û gaziyên wan ta niha bêguhdan in. 

Hêzên parastina sînor ji aliyê xwe ve diyar, ku agahî li cem wan hene, ku ti bersivê nedin vê destwerdanê, ji ber sererastkirina sînor encama rêkeftineke ewlehî di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de ye.

Li seranserî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, hikûmeta Tirkiyê destwerdanê di xaka welatiyan de berdewam dike, ji bilî ku leşkerên artêşa Turkiyê li gelek deveran nahêlin cotkarên rojavayê Kurdistanê paleya xwe bikin, û li cîna din jî welatî rastî gule û gefên artêşa Turkiyê tên bêyî ku ta nuha ti çare ji wan re bîte dayîn.