Tekoşîna Mele Mistefa Barzanî li Stenbolê hat bibîranîn

Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê di sala 1957 li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û baskek ya PDK li Suriyê ye, yekêm partiya siyasî ya Kurdên Sûriyê ye.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Endamên Partiya  Demokrata  Kurdistana Suriyê (PDKS) li Stenbolê digel beşdariya berpirsên partiyên Kurdistanî 59 salvegera damezrandîna PDKS'ê pîroz kirin. Di kombûnê de endamên PDKS ji beşdaran re behsa têkoşîn û planên partiya xwe kirin.

Endamên komîteya herêmî  yên PDKSê  ragihandin ew dê herdem li ser rêya serokê nemîr Mele Mistefa Barzanî tekoşîna  xwe berdewam bikin û bang li aliyên sîyasî yên Kurdan kirin.

Derbarê vê mijarê Endamê Komîteya Herêmî ya PDKS ê

Mihyedîn Şêxseydî wiha ji K24ê re got:"Em li ser rêbaza Barzanîyê nemir in em ê karê xwe bikin heta taliyê û emê Kurdistaneke serbixwe bibînin.Em ji hemî Kurdan dixwazin berjewendiyên hizbî deynîn alîyeke û bo neteweye xwe kar bikin."

Li gor endamên PDKS ê ji bo pêşketînê û nasandina Kurdan li dinyayê pêwîstiya Kurdan zêdetir bi dîplomasîyê heye.

Derbarê vê babetê de  Endamê Komîteya Herêmî ya PDKS ê Mistefa Ebdo wiha axifî:"Ji berê heta niha Kurd bi rêya şerî tekoşîna xwe kirîne. Lê dive em di ware sîyasetê de pêşbikevîn."

Di kombûnê de Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Stenbolê bi cih bûne, ji aliyên sîyasî xwestin ew bi hevre kar bikin û ji bo milletê Kurdan Kurdistaneke azad ava bikin. Partiya Demokrat a Kurdistana  Sûriyê di sala 1957 li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û baskek ya PDK li Suriyê ye, yekêm partiya siyasî ya Kurdên Sûriyê ye.