Demîrtaş: Erdogan bi dehan hezar avahî bêhiqûqî rûxandiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dibêje, li Tirkiyê yasa û hiqûq nemaye.
Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş, îro li bajarê Stenbolê di xwarina fitarê de, ku ji aliyê partiya wî ve dihat dayîn axivî û da zanîn, ku li bakurê Kurdistanê bi dehan hezar mal û avahî bêhiqûqî hatine rûxandin.
Herwiha Demîrtaş got jî, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dixwaze bi êrîşkirina bajarên Kurdan kesên ku dengê xwe dane HDPê ceza bike.