Şervan Derwîş: Em ji aliyê rojava ve derbasî Minbicê bûn

Di 1ê vê mehê de operasyona Minbicî destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragehand ku, ew ji aliyê Rojava ve derbasî bajarokê Minbicê bûn da zanîn ku, cihê sivîl lê hebin êrîşî wan navçeyan nakin.

Derbarê vê mijarê Berdevê Encûmena Leşkerî ya Minbicî Şervan Derwîş ji K24ê ragehand ku, cihên sivîl lê hebin ew êrîşî wan deveran nakin, da zanîn ku, ew ji aliyê rojavayê Minbivî ve derbasî navenda bajêr bûne û filkeya El-Kitab kontirolkirine.

Derwîş da zanîn ku, çekdarên DAIŞê îro dema malbeteke Kurd xwest bireve malbat bi giştî ji aliyê DAIŞ ve hate gulebaran kirin, aşkere kir ku, DAIŞ sivîlan weke mertalên mirovî bikar tîne.

Di daxuyaniya xwe de Berdevê Encûmena Leşkerî ya Minbicî Şervan Derwîş sipasiya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) û hevpeymaniya Navdewletî kir ku, alîkarî û piştevaniya wan dikin di operasyona rizgarkirina Minbicê de.

Di 1ê vê mehê de operasyona Minbicî destpê kir.