Pîre: Baştir e ku ligel Iraqê du cîranên baş bin

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, serdana şanda hevbeş ya parlementerên YNKê û Tevgera Goranê bo Bexdayê karekî baş e.

K24 – Hewlêr

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, serdana şanda hevbeş ya parlementerên YNKê û Tevgera Goranê bo Bexdayê karekî baş e.

Endamê Pîlotbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre di konfiraneseke rojnamegerî de ragihand ku, serdana şanda hevbeş ya parlementerên YNKê û Tevgera Goranê bo Bexdayê karekî baş e,

Pîre got ku, heger referandûm encam bide, nayê wateya ragihandina şer ligel Iraqê. Pîre got jî, pêwîst e ji bo pêşeroja Iraqê, du cîranên baş bin.

Bo pirsa peyamnêrê K24ê ya derbarê helwesta YNKê li ser topabarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, Pîre got ku, topbarankirina navçeyên Herêma Kurdistanê birîndarkirina hikûmeta herêmê ye, ji ber wê pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê axaftineke cidî ligel wan aliyên ku destê wan di toparankirina navçeyên sînorî de heye, bike.

Îro şandeke hevbeş ji parlementerên YNK û Tevgera Goranê serdana Bexdayê kir, palementerê Tevgera Goranê Hoşyar Ebdila ku yek ji wê şandê ye ragihand ku,  serdana wan, serdaneke partîtî ye û piştre jî parlementerî ye.