Çûnûhatin bejayî di navbera Kurdistan û Tirkiyê de kêm bûye

Serkonsolê Hewlêrê yê Tirkiyê Mehmet Akîf Înam di bernameya K24ê de der barê mijarê de amaje kiribû ku bo safîkirina kêşeya wîzeyê xebatên wan hene û di rojên pêş de wê mizginiyê bidin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di navbera Tirkiye û Kurdistanê de ji ber guhertina sepandina wîzeyê û rakirina wîzeya elektronîk, kompanyayên otobêsan ketine tengasiyê. Ji ber hinceta ewlekariyê, bi tenê bo rêwiyên balafirê wîze tê dayîn. Lê kompanyayên otobêsan ku di navbera Kurdistan û Tirkiyê de seferan dikin ji vê yekê dilgiran in û ji bo çakbûna karên xwe daxwaza wîzeya elektronîk dikin.

Her sal ji Kurdistanê hejmareke zêde hemwelatiyan bo geşt û gerê bi otobêsan dihatin Tirkiyê. Lê belê piştî ku bes bo rêwiyên balafirê wîze hat dayîn, êdî hemwelatiyan şûna otobêsan bi balafiran tên Tirkiyê. Otobêsên ku di navbera Kurdistan û Tirkiyê rojane 6 sefer dikirin niha yek sefer dikin.

Berpirsê Kompanyayeke Taybet ê Kerkukê Ammar Kalendar wiha got:"Ji ber kêşeya wîzeyê Tirkiye derî girt li ber Kurdistana Iraqê, kar zor westiyaye. Pasekan hemû rawestiyane. E ma zor pere serf kird li Kurdistan û li Tirkiye. Hemû kompanyanakan Cîzre Nûh, li Stenbolê texrîben, heta axir kompanyanakan Silêmanî, 89 kompanya mekteb vestawaya."

Hat ragihandin ku hikûmeta Tirkiye, ji ber hinceta ewlekariya li ber deriyê sînorê Xelîl Îbrahîm bo rêwiyên otobêsê wîze nade. Berê niha hejmara kompayaya otobêsan ku di navbera Tirkiye û Kurdistanê de kar dikirin 10 bû lê piştî guhertina sepandina wîzeyê daket 3'an.

Berpirsê Kompanyaya Otobêseke Taybet Kadîr Başboga wiha axif:"Dibêjin em ê wîzeyê bidin lê bi şerta ku hûn bi balafirê biçin. Li dinyayê li tu welatan tiştekî wiha tuneye ku tu yê ji kesekî re bêjî bi felan wesayîtê biçî da ku ez wîzeyê bidim te. Mixabin li gor peyaman Tirkiye û Kurdistanê vî tiştî dane sepandin."

Serkonsolê Hewlêrê yê Tirkiyê Mehmet Akîf Înam di bernameya K24ê de der barê mijarê de amaje kiribû ku bo safîkirina kêşeya wîzeyê xebatên wan hene û di rojên pêş de wê mizginiyê bidin. Piştî axaftina Înam tê çaverêkirin ku kêşeya wîzeyê di demek nêz de bê safîkirin.