Cizîr dibe parêzgerî

Cizîrê Botan jî êdî dibe Parêzgerî. Cizîr, beriya 26 salan ji Mêrdinê hatibû veqetandin û bi ser parêzgeriya Şirnexê ve hatû girêdan. Xelkê herêmê ji zû ve dixwest in ku Cizîr bibe parêzgerî lê ne dixwestin ku Şirnex bibe navçe. Kesên nêzîkî HDPê û DBPê biryarê siyasî dibînin û dibêjin dewlet dixwaze Cizîrê bike navendeke leşkerîê. Lê kesên nêzîkî AK Partiyê jî dibêjin parêzgerbûnî mafê Cizîrê bû, Cizîr giha mafê xwe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9a70bcfc-4683-436b-95cd-747506aad9c7/jzir%20debete.ism/manifest

K24 – Cizîr

Cizîrê Botan jî êdî dibe Parêzgerî. Cizîr, beriya 26 salan ji Mêrdinê hatibû veqetandin û bi ser parêzgeriya Şirnexê ve hatû girêdan. Xelkê herêmê ji zû ve dixwest in ku Cizîr bibe parêzgerî lê ne dixwestin ku Şirnex bibe navçe. Kesên nêzîkî HDPê û DBPê biryarê siyasî dibînin û dibêjin dewlet dixwaze Cizîrê bike navendeke leşkerî. Lê kesên nêzîkî AK Partiyê jî dibêjin parêzgerbûnî mafê Cizîrê bû, Cizîr giha mafê xwe.

Cizîra Botan heta sala 1990an navçeya Mêrdînê bû. Lê di sala 1990an de Şirnex bû parêgerî û Cizîr jî bi Şirnexê ve hat girêdan. Ji bo ku Cizîr bibe parêzgerî hikûmet xebatan dike. Her wiha di hefteya bê de AK Partî Reşnivîsa pêşnumaya qanûnî dê pêşkêşî parlementoyê bike.

Heger pêşnûme bibe qanûn dê bi fermî Cizîr bibe parêzgeh. Navçeyên Elkê, Basa, Nuh, Silopî û Qilabanê jî dê ser bi Cizîrê ve bên girêdan.

Hevserokê HDPê yê Cizîrê Elî Karadenîz dibêje ji ber wêrankirina Şirnexê, xelkê Cizîrê ji vê biryarê ne kêfxweş e. Karadenîz amaje bi wê yeke dike kû heger li bakur jî aramî û xweşî hebûya, Şirnex jî wek parêzgerî bimaya dê hingê kêfa wan ji parêzgerkirina Cizîrê re jî bihate.

Hevserokê HDPê yê Cizîrê Elî Karadenîz dibêje: "Ev 3 meh in ku Cizîr hê bi kul, keder û xemên xwe ve mijûl. Li Cizîrê hê şîn heye. Ji aliyekê ve xanî têne xirakirin, ji aliyekê ve tax têne wêrankirin, ji aliyekê ve malbat cenazayên xwe defin dikin. Ji aliyê din ve ev 3 meh in ku nasnameyên 50 cenazeyan nehatine diyarkirin. Yanî di rojeva gelê Cizîrê de mijara parêzgerbûnê nîne."

Xelkê Cizîrê jî li ser parêzgerbûna Cizîrê ji hev cûda difikirin. Kesên nêzîkî HDPê tiştekê ji parêzgerkirina bajêr re nabêjin lê ji ber navçekirina Şirnexê dilgiran in.

Hejmara nifûsa Cizîrê ji ya Şirnexê zêdetir e. Ji aliyê erdnîgariyê ve jî Cizîr bo pêşketinê musaîdtir e. Rêya hevrîşimê ya dîrokî di nava Cizîrê re derbas dibe. Balafirxaneya Şerefettîn Elçî û Deriyê Gumrika Xabûrê nêzî Cizîrê ye. Tê çaverêkirin ku Cizîr pêşvetir biçe.