Serok ê qeware ya Şilama bo karûbar ên Mesîhîyan: Em nevî yên Key Xusrew în

Serok ê qeware ya Şilama bo karûbar ên Mesîhîyan, Ano Cewher ragehand: Bi parêzgehbûn a deşt a Nînewa dawîyê bi pişkeke ji belengazî yên pêkhate yên Mesîhîyan dihîne û daxwaz kir bo dahatî ayînde destkarî ya sirûd a Ey Reqîb û ala û logo ya hikuemt a Herêm a Kurdistanê bihê kirin û mork a kirîstanan jî têde heb.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Ano Cewher, daxwaz a bi parêzgehbûn a Deşt a Neynewa, daxwazek a dîrokîye û giringe daku mesîhî bikarin bi aramî û tenahî li dever ên xwe bijîn.

Li ser Herêm a Kurdistanê jî got:  Me qurbanî yên mezin dane û me xwîn rêjtîye û ev welatê me ye jî.

Herweha got: Pêdivîye hiz li wê yekê jî bihê kirin destkarî ya sirûd a Ey Reqîb bihê kirin, çunku Em mesîhî ne newe yên Key Xusrew în û bira yên me yên Kurd nevî yên Key Xusrew in. Herweha divê guhertin di ala û log ya hikumet a Herêm a Kurdistanê jî bihê kirin û taybetmendî yên Mesîhî yên Kildan, Siryan, Aşûrî li ber çavan bihên girtin.