Careke din Bayik û Hozat bûn Hevserokên KCKê

10emîn Civata Giştî ya Kongra Gel bi beşdariya 161 delegeyan birêve çû. Cemîl Bayik û Besê Hozat jî ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Remzî Kartal û Hacer Zagros jî ji bo Hevserokatiya Kongra Gel, hatin hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

10emîn Civata Giştî ya Kongra Gel bi beşdariya 161 delegeyan birêve çû. Cemîl Bayik û Besê Hozat jî ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Remzî Kartal û Hacer Zagros jî ji bo Hevserokatiya Kongra Gel, hatin hilbijartin.

10emîn civîna Civata Giştî ya Kongra Gel di 1'ê Tebaxê de birêve çû. Hacer Zagros di civatê de bal kişand ser Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku kêm maye bi ser bikeve û got, "Di şexsê Ebû Leyla de em vê pêngava pîroz silav dikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik gotarek pêşkêş kir û got: “Dem ne dema axaftinê ye, dema pratîkê ye. Bi pratîka me, wê encam derkevin holê. Eger civata me ya giştî bi rengekî serketî qediya be, di vir de keda Rêbertî, gelê me û hewldanên gerîla gelekî heye. Pêwîst e avakirin û berxwedan bi hev re bên meşandin.” 

Bayik got jî: “Diruşma me avakirin û berxwedan bi hev re ye. Civata Giştî jî ev diruşme li ser vê bingehê bi rengê (Em xweseriya demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertî û gel misoger bikin) destnîşan kir.”

Herwiha Bayik berdewam kir: “Gelek caran xwestin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê me bigirin. Kengî xwestin vê bikin, tevgera me pêngav xist rojeva xwe, gav avêt û hewldanên wan pûç kir. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku, li ser bingeha ruhê azadiyê di asta herî bilind de xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.”

Di nirxandinên li civata giştî de bal hat kişandin ser destwerdana li Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin, ku ev destwerdan di sala 1998'an de bi komploya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, dest pê kiriye.

Herwiha Bayik got: "Xwestin li Tirkiyê şerê etnîkî, li nava welatên din ên herêmê jî şerê mezhebî derxînin. Bi vî rengî hêzên navneteweyî li ser bingeha berjewendiyên sermayeyê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Lê komplo li gorî plana wan nemeşiya.”

Di Civata Giştî de, 34 endamên Konseya Rêveber a KCK'ê hatin hilbijartin ku nîvê wan jin in. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî Cemîl Bayik û Besê Hozat ji nû ve hatin hilbijartin.

Di heman demê de jî, ji bo Hevserokatiya Kongra Gel careke din Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.