Operasyona pêşmerge di medyaya cîhanî de

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge danê vê sibehê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li her du mihwerên Giwêr û xazir ku nêzîkî bajarê Mûsilê ne dest pê kir.

ajansa Reuters ê jî yekem nûçeya xwe li ser Rojhelata Navîn behsa operasyona pêşmerge li ser çekdarên DAIŞê li Wirdek ku bi 30 K.m dûrî başurê rojhelatê bajarê Mûsilê ye kir.

Ajansê li ser zarê berpirsekê pêşmerge destpîkirina operasyonê belav kir ku ew operasyon beşeke ji operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ye.

Hin ajansên din ên cîhanî nûçeya operasyona Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê belav kirin û giringî bi operasyonê dane.