Enûmena Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek belav kir

Daxuyaniyê da zanîn ku operasyona Bavê Leyla li dijî terorê li mihwerê başur ji bajarokê Minbicê dê berdewam be.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê daxuyaniyek belav kir tê de, bidawîbûna operasyona xwe li dijî DAIŞê li mihwerê bakur Minbicê ragehand û destpêkirina operasyonê li mihwerê başur kir .

Derbarê bidawîbûna operasyona mihwerê bakurê Minbicê Encûmena Leşkerî ya bajêr daxuyaniyek belav kir tê de, bidawîbûna operasyona xwe li dijî DAIŞê li mihwerê bakur Minbicê ragehand û destpêkirina operasyonê li mihwerê başur kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku:"Şervanên Encûmenê ligel şervanên HSD karîn metrsiya DAIŞê ji bakurê ava Sacûrê dûrbixin, ji ber vê yekê jî Hêza sûriyê ya Demokratîk(HSD) ber bi başurê ava Sacûr ve çûn û şervanênEncûmenê li bakur avê cihgirtin."

Daxuyaniyê da zanîn ku operasyona Bavê Leyla  li dijî terorê li mihwerê başur ji bajarokê Minbicê dê berdewam be.