Li Taxa Zorava rejîmê dest bi girtina ciwanên Kurd kir

Heta niha 25ê ciwan hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li taxa Zorava ya Şamê ku nişteciyên wê hemû Kurdin 25 xwendekarên Kurd ên di zankoya Şamê de dixwînin ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin girtin.

Li gor welatiyên taxa Zorava li Şamê peytexta Sûriyê rejîmê dest bi girtina xwendekarên Kurd ên zankoyê kir, dan zanîn ku heta niha ji wê taxê 25 xwendekar hatine girtin û çarenivîsa wan jî ne diyare.

Li gor çavdêrên siyasî ew operasyona girtinê di çarçoveya karvedana hikûmetaSûriyê derbarê şerê li bajarê Hesekê tê kirin.

Ev heftiyeke şerûpevçûn di navbera Hêzên rejîma Sûriyê û aligirên wê û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) dest pê kirye, het niha bi dehan kesn hatine kuştin û birîndarbûne.