KCK: Tirkiye bi rêkeftin ligel DAIŞê hate Cerablusê

KCKê ragihand ku, DAIŞê di encama rêkeftinekê de Cerablus radestî dewleta Tirkiyê û çeteyên wê kiriye û got, “Armanca Tirkiyê û çeteyên wê, ne DAIŞ e. Armanca wan a sereke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.”

K24 – Navneda Nûçeyan

KCKê ragihand ku, DAIŞê di encama rêkeftinekê de Cerablus radestî dewleta Tirkiyê û çeteyên wê kiriye û got, “Armanca Tirkiyê û çeteyên wê, ne DAIŞ e. Armanca wan a sereke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, derbarê operesyona Cerablusê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, DAIŞê di encama rêkeftinekê de Cerablus radestî dewleta Tirk û çeteyên wê kiriye û got, “Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê, ne DAIŞ e. Armanca wan a sereke HSDê ye.”

KCKê da xuyakirin, ji bo bicihanîna vê planê di destpêkê de MÎTê bi destê DAIŞ’ê li Dîlokê komkujî kir û ev komkujiyê wek hincetekê ji bo dagirkirina Cerablusê bir. KCKê got: “Ji bo dagirkirina Cerablusê 60 mirov bûn qurbanî, ku piraniya wan zarok in. Ev yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat ku, ev êrîş li dijî demokratîkbûna Sûriyê ye, ku Kurd bi gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî, Durzî hewl dide vê demokratîkbûnê pêk bîne.

Herwiha KCKê amaje kir, armanc ji Federasyona Bakurê Sûriyê, ku HSDê li ser bingeha demokratîkbûnê dixwazin tevî hemû gelan ava bikin, xurtkirina yekîtiya Sûriyeyê ye. Ti armanca Kurdan û gelên li Bakurê Sûriyê ji bo parçekirina Sûriyeyê nîne. Tirkiye dixwaze nîşan dide ku ev HSDê dixwaze Sûriyê parçe bike.