Serokê Civata Tirkmenên Sûriyê:Babê jî kontirol dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Civata Tirkmenên Sûriyê Emîn Bozoglan ragehand ku, ew dixwazin operasyona Cerablûsê ber bi Minbic û Babê ve berfireh bibkin.
Derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li bajarokê Cerablusê Serokê Civata Tirkmenên Sûriyê Emîn Bozoglan ragehand ku, operasyona wan dê berdewam be heta ku, bajarokê Babê jî were gontirolkirin.
Bozoglan da zanîn ku, ew dixwazin operasyona Cerablûsê ber bi Minbic û Babê ve berfireh bibkin.
Berî sê rojan Artêşa Tirkiyê ligel çekdarên Opozîsyona Sûriyê derbasî bajarokî Celablusê bûn û ew bajarok kontirolkirin.