PDK-S: PYDê aştiya navxweyî li Efrînê têk dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlehiyê yê Kantona Efrînê bi hinceta erkê xweparastinê dest bi hilmeta girtina xortan li gundên Efrînê kiriye, Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) van kiryaran şermezar dike.
Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê li Efrînê duh daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Hêzên ewekariyên yên ser bi PYDê ve Efrînê ve bi ser gundê Umera ya navçeya Raco de girtin û çend gundî bi hinceta leşkeriya neçar girtin û piştî demekê berdan.”
Li gor PDK-Sê gundiyên hatine girtin ev in:
- Mistefa Cemîl Kilkawî: Di heman rojê de hate berda.
- Zekeriya Îbrahîm Cafer.
- Mihemed Hisên Cafer.
- Emîr Şukrî.
- Ehmed Hemîd Omer.
Di daxuyaniya PDK-Sê de hat jî ku, hêzên ewlekariyê malên gundiyan pişknîn kirin û dest danîn ser pere û hin çekên nêçîriyê yên gundiyan.
PDK-Sê diyar kir jî ku, bi heman şêweyê hêzên ewlekariyê li gundên Basilê ya navçeya Şêrewa jî kirin.
Herwiha PDK-Sê amaje kir ku, hêzên ewlekariyê di rojên bor dî hin endamên wê li gundên Efrînê bi heman tuhmetê girtine.
- Xebat Hisên Hec Qember: Roja 20 Tebaxê li gundê Xilalka.
- Îsmaîl Mamo: 28 Tebaxê li gundê Upila.
- Azad Berî: 28 Tebaxê li gundê Badîna.
PDK-Sê ev kiryarên ku nakevin xizmeta gelê Kurd şermezar kir û got ku, ev kiryar û siyasetên PYDê aştiya navweyî û civakî li Efrînê têk dibe. PDK-Sê bang li partiyên Kurdistanî û rêxistinên hiqûqî û navdewletî kir ku, fişarê bixin ser desthilata li Efrînê heyî bikin, da ku van kiryaran rawestînin.
Herwiha PDK-Sê amaje kir jî, ku hîn endamên wê (Ezet Kurdî, Edrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo) di zîndanên asayişa Efrînê de ji demekê ve girtî ne.