HSD: Civaka navdewletî siyaseteke dualî dimeşîne

Piştî serkeftinên hêzên sûriya demokratîk HSD li Minbic û Kobanê, artêşa turkiyê destêwerdaneke leşkerî di xaka sûriyê de kir, di bin bêdengiyeke berçav ji aliyê Amerîka û civaka navdewletî, fermandarên HSD tekez dikin ku siyaseteke dualî ji alî Amrîka û dewletên cîhanê ve derbarê kiryarên hikûmeta Tirkiyê ve tê meşandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/54371775-c205-47d4-a979-75dc85e0611a/Destewrdan-Qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Piştî serkeftinên hêzên sûriya demokratîk HSD li Minbic û Kobanê, artêşa turkiyê destêwerdaneke leşkerî di xaka sûriyê de kir, di bin bêdengiyeke berçav ji aliyê Amerîka û civaka navdewletî, 
fermandarên HSD tekez dikin ku siyaseteke dualî ji alî Amrîka û dewletên cîhanê ve derbarê kiryarên hikûmeta Tirkiyê ve tê meşandin.

Li gorî hin şîrovekarên siyasî, hikûmeta Tirkiyê gerantiyek ji Amerîkayê wergirtiye ku hêzên HSDê piştî Minbicê ji DAIŞê rizgar bike, dê vekişin rojhilatê çemê Feratê.

Berdevkê HSDê Telal Silo di vê derbarê de ji K24ê re got: “Dema Rûsya derbasî Okraynayê bû, dewletên cîhanê destêwerdan kirin. herwiha gava Iraqê Kiwêt dagîr kir, hevpeymaniyeke navdewletî hate damezrandin, Sedam Husên û artêşa Iraqê ji Kiwêtê derxistin. Lê bi me re siyaseteke dualî tê meşandin, ku hin alî şermezar dikin, hin alî jî şer dikin. derbarê derbasbûna Artêşa Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê re, civaka navdewletî bêdeng maye.”

Lê piştî hate ragihandin ku, fermandarên HSDê dê berê xwe bidin devera Cerabuls û Babê, artêşa Tirkiyê kete metirsiyê de û li ser bingeha rêkeftineke borî de di nav bera Tirkiyê û Amerîkayê de, ev destêwerdan hate kirin.

Di heman demê de artêşa Tirkiyê hewldanên xwe dike ku, dîwarekî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava bike, bi taybetî di vê qonaxa hestyar de, Li Kobanê proseya avakirina dîwar birêve dibe û li gorî hin şopîneran mebesta Tirkiyê ew e, ku hêzên Kurdî bikşîne meydana şer, da ku bibe behaneyek ji Tirkiyê re, ku leşkerên xwe derbasî devera Kobanê bike, ji ber vê jî xelkên Kobanê ji heyama heşt rojan ve mangirtinan li ser sînor pêk tînin.