“PKKê ti firokeyên Serokwezîrtiyê nexistine xwarê”

Parêzgeriya Colemêrgê ragihand, PKKê ti firokên Serokwezîrtiyê nexistine xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Colemêrgê ragihand, PKKê ti firokên Serokwezîrtiyê nexistine xwarê.

Parêzgeriya Colemêrgê derbarê îdiayên ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 3 Helîkopterên ji cureya “Sikorsky” xistiye daxuyaniyek belav kir. Parêzgerî diyar kir ku, di medyaya niviskî û dîtbarî de nûçeyên wekî PKK 3 firokên Serokwezîrtiyê xistiye, bêbingeh û ji rastiyê dûr in.

Parêzgeriya Colemêrgê got ku, Dema Serokwezîr Bînalî Yildirim serdana navçeya Çêlê kiribû ti pirsgirêkên ewlekariyê çê nebûye û Serokwezîr bi şêweyek ewle ji navçeyê xatir xwestiye.

Du roj berê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim serdana bajarê Colemêrgê navçeya Çêlê kiribû.

Li Çêlê ev çend roj in navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyê û gerilayên PKKê de  pevçûnên dijwar rû didin. Malperên nêzikê PKKê idia dikin ku, di serdana Bînalî Yildirim de wan 3 helicopterên Sikorsky yên Serokwezîrî xistine xwarê.