2 generalên din li Stanbolê hatin girtin

2 generalên Artêşa Tirkiyê ku piştî hewldana derbeya leşkerî fîrar kiribûn, li Stenbolê hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

2 generalên Artêşa Tirkiyê ku piştî hewldana derbeya leşkerî fîrar kiribûn, li Stenbolê hatin desteserkirin.

Fermandarê Beregeha Marmarîsê General Nazmî Ekîcî û General Hayretîn Îmren ku bi hewldana derbeya leşkerî hatin tometbarkirin, piştî 15'ê Tîrmehê fîrar kiribûn. Derheqê her du generalan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Her du general duh êvarê li navçeya Tûzla ya Stenbolê hatin binçavkirin. Hat îdîakirin ku, her du generalan amadekarîya çûyîna Yûnanîstanê dikirin.

Di şeva 15ê Tîrmeha borî de,  komeka nava hêzên leşkerî yên Tirkiyê de hewl dabûn li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbeyeke leşkerî çê bikin, lê belê ew derbe bi serneket.herwiha nêzîka 9 hezar di navbera general, efser û leşker hatin girtin.